H’emû nûçeSereke

Pêwandîyên serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan yên tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan van axirîya bi întênsîvî bi têlefonê tevî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn nava pêwandîyadane. Derheqa wê yekêda “Yekîtîya welatîyên agahdarkirî” miqalek belav kirîye.

Miqalêda hatîye dîyarkirinê, wekî bi lêkolînkirina axaftinên serokê welêt, yên fermî meriv dikare derheqa bûyarên nava  vî wedeyîda bîne ber çeva. Pêşda îdî derheqa axavtinên Nîkol Paşînyane fermî, yên bi têlefonê du cara miqale hatibûne hazirkirinê.

Li gorî melûmetîyên malpera serokwezîre fermî, nava wedê lêkolînkirîda, Nîkol Paşînyan 54 cara bi têlefonê qise kirîye. Ji wan axavtina 24 cara Paşînyan serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtînra qise kirîye.Cîhê duemda axavtinên  tevî serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron û sêkrêtarê Ştatên Ykbûîye dewletê Êntonî Blîkênin. Paşînyan usa jî  bi têlefonê  tevî serokwezîrê Gurcistanê Îraklî Garîbaşvîlî, serokê Qazaxistanê Tokayêv, lê paşê serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl qise kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button