H’emû nûçeSereke

ŞAY nava pêvajoya helkirina pirsgirêka Qerebagêda hindava xebata koma Mînskêda amine: Kêrin Donfrîd

“Halê li Qafqasîya Başûr gelekî girînge. Bi fikira min li vir mecal heye. Berî her tiştî ermenî gerekê tevî cînarên xwe bixebitin û bicêribînin rojeva lihevanînê pêşda bibin. Lê ez dixwezim bidime zelalkirinê, wekî  Ştatên Yekbûyî  nava wê şuxulkarîyêda hazire û dixweze alî wê pêvajoyê bike”,- Kêrin Donfrîdê gotîye. Ewê bi hêvîdarî gotîye, wekî dîyaloga di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wê halê li Qerebagê bide normalkirinê.

Bi xeberdana derheqa rola Ştatên Yekbûyîda, ewê daye dîyakirinê wekî Ştatên Yekbûyî endama koma Mînskêye, ya ku rola girîng nava pirsa Qerebagêda dilîze.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button