H’emû nûçeSereke

Ez zendegirtî dimînim, dema ku hevkarên meye jin, yên nava parlamênta Avropayêda dikarin  bona kara şêr û zordarîyêda xeberdin: Sona Gazaryan

Endama dêlêgasîya Ermenîstanêye nava parlamênta Avropayêda Sona Gazaryanê wextê civîna parlamênta Avropayê bi axaftin pêşda hatîye.

“Destpêka sedsala 2O-î heja bona hilbijartina mafê  jina li dinîyayê belav dibû û ez niha gelekî firnax dibim wekî li Ermenîstanê îdî açixî hene.

Niha li parlamêntê wekîltîya jina diha bilinde, ne ku pêşda. Em bi aktîvî tevî wê pêvajoyê dibin û bi saya wê yekê jin wê diha zêde nava govekên wî cûreyîda beşdarbin.

Şerê Arsaxê, wextê belavbûna nexweşîya koronavîrûsê destpê bû û wî cûreyî halê jina diha giran bû. Bi vî cûreyî bername pirsên jina raber dike. Gilî derheqa pirsgirêkên jinên cîşihitîdane. Ez dikarim zelal bêjim, ku ez zendegirtî dimînim, wekî çawa hevkarên meye jin, yên nava parlamênta Avropayêda û yên qulixên dercebilindda dikarin derheqa kara şêr û zordarîyêda xeberdin, afûkirina bibînin”,- Sona Gazaryanê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button