H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê wê merkeza sêrtîfîkasîyakirin û standartîzekirina «Helal» bê sazkirinê
Bona piştgirîya şuxulkarîya deranîna xurekên cîh, li Ermenîstanê wê merkeza sêrtîfîkasîyakirin û standartîzekirina «Helal» bê sazkirinê. 27-ê hezîranê, hema bo wî meremî li wezîreta Ermenîstnêye êkonoîkayê hevdîtina pêşezanên merkeza standartîzekirinê û sêrtîfîkasîyakirinê, ya tevî wekîlên bîznêsa Ermenîstanê, derbaz bûye.
«Hevkarîya tevî merkezê wê mecalê bide bîznêsmêna ku xurekên cîh derxine sûka rojhilatê û hevkarên nû dest bînin»,- seroka îdara pêşxistina sîstêmên kalîteyê Janna Zakaryanê gotîye.