H’emû nûçeSereke

Behra Reşda Rûsîyayê hevkara nû dest anîye

Behra Reşda Rûsîyayê hevkara nû dest anîye. Derheqa wê yekêda The National Interest ê daye dîyarkirinê, bona kîjana Şûşanîk Mînasyanê nivîsîye. Ewê daye dîyakirinê, wekî nava herêma behra Reşda guhartinên gêopolîtîkî qewimîne.

“Berî her tiştî ew yek Rûsîyayêva girêdaîye, ya ku li wir bi wekîltîya Tirkîyayê hevkara nû xwera dîtîye”,-Mînasyanê nivîsîye. Bi fikira wê, piştî şerê sar şuxulkarên rojavayêye sîyasî, ew herêm hesab hilnedane, lê  Moskva û Enqere bi întênsîvî li ser wê yekê xebitîne. Herdu welat jî bona sazkirina qeydê herêmêyî nû aktîv bûne.

Bi fikira Mînasyanê, Rûsîyayê û Tirkîyayêra li hev hatîye modêla pêwandîyaye nû sazkin, ya ku li ser naskirina tehsîra li zonayên anegor hatîye hîmdanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button