H’emû nûçeSereke
Li Ermenîstanê wê têknoparka rûsî-ermenî bê sazkirinê: Alêksêy Gordêyêv
Em têra dibînin pêşerojêda têknoparka tevayî sazkin.Derheqa wê yekêda li Yêrêvanê, wextê qisa tevî rojnamevana, cîgirê serokê parlamênta Rûsîyayê Alêksêy Gordêyêv gotîye.
Bi gotina wî, tevî cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan, mecala zêdekirina învêstîsîyayên nû bona wî meremî hatîye gotûbêjkirinê, çawa nava senayêda, usa jî nava malhebûna gundîtîyêda.
Ewî serda zêde kirîye, wekî pirsên sêrtîfîkasîyakirina eşîyayên Rûsîyayê û Ermenîstanê hatine gotûbêjkirinê, bona ku wan eşîya çawa yên welêt qebûlkin.
“Têmake başqe jî ew bû, ku em potênsîyala goveka perwerdê û zanistîyê çawa bidine xebatê”,-Gordêyêv gotîye.