
Cîgirê serokê parlamênta Herêma Kurdistanê Hêmin Hewiramî elam kirîye, wekî hilbijartinên li herêmê dikarin bêne paşdaêxistinê, çimkî partîyayên sîyasî bona mêxanîzma dengdayînê negihîştine qayîlîyê.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî meha sibatêda emirnivîsar îmze kir, bi kîjanê hatibû îzbatkirinê, wekî hilbijartinên parlamêntê wê 1-ê cotmeha sala 2O22-a bêne derbazkirinê, lê hevraqayîlnebûnên di navbera partîyayên kurdaye sîyaysî wê yekê dikine bin şikberîyê.
«Heger partîyayên sîyasî bighîjine qayîlîyê jî, em bawar nakin, wekî komîsîya hilbijartina dikare hetanî 1O-ê cotmehê hilbijartina organîze bike»,- Hêmin Hewiramî gotîye rojnamevana û serda zêde kirîye wekî ev yek eybe ku hilbijartin bêne paşdaêxistinê.