Paşînyan Jon Baydênra pîrozbahi şandîye
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan bo Serbestîya Şatatên Amêrîkayêye Yekbûyî pîrozbahî serok Co Baydênra şandîye.
Pîrozbahîyêda tê gotinê
«Serokê qedirbilind ez bi germahî We pîroz dikim bo roja Serbestîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî. Hersal 4-ê tîrmehê bi mîlyona amêrîkî, nava wanda hemwelatîyên me, yên ermenî roja here girîng, Serbestîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî pîroz dikin.
Piştî serbestîyê cimeta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û hemû hukumat li ser rêya avakirina mafên mirovan, bi dewleta hiqûqî û dêmokrasîyayê beredwam kirin.
Rola serkarîya Ştatên Yekbûyî di mijara demokrasîyêda ne tenê di avakirina mafên mirovan û serwerîya hiqûqîda li çar alîyên cîhanêda rolek girîng dilîze, lê usa di warê efirandina jîngehek ji bo pêşkeftina aştîyane.
Dostî û hevkarîya di navbera herdu dewlet û gelên meda li ser bingeha bawerî û dostanîyêye.Ez bi kêfxweşî radigîhnim, wekî pirsa qewînkirina hevkarîya di navbera hukumatên meda encamên baş didin.
Careke din roja Serbestîyê pîroz dikim, We û gelê Amerîkayêra serkeftin û aştîyê dixwazim. Ji kerema xwe Serokê hêja, hurmeta min ya kûr qebûl bike».