SerekeSîyasî

Kemala Qafqasîya Başûr, ya gêopolîtîkî wê nimizbe

Nava wededa kemala Qafqasîya Başûr, ya gêopolîtîkî wê tenê kêmbe, lê ne ku wê zêdebe.Fikira wî cûreyî serokê înstîtûta Qafqasîyayê Alêksandr Îskandaryanê sîyasîzan gotîye.

“Kemala gêopolîtîkî ya Qafqasîya Başûr tabîya herêmêye gêopolîtîkîva girêdaîye, ya di navbera Rûsîyayê, Tirkîyayê û Îranê, usa jî ya di navbra behra Reş û Kaspîyêda. Ew yek jî menîye wekî hindava herêmêda guhdarî heye. Ûkraîna û Çînistan alî wê yekê dikin û wê pêşerojêda usabe, ku guhdarîya hindava Qafqasîya Başûr wê kêmbe”,- Îskandaryan gotîye.

“Bi hesabhildana tabîyên Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û Rûsîyayêye, nava helkirina pirsgirêka Qerebagêda, li vir dîsa pirsgirêk pêşda tê. Dew û doza di navbera Rojavayê û Rûsîyayêda, Ûkraînayêva girêdaîye û ew Qafqasîya Başûrva girêdayî nîne. Li ser wê yekê Yekîtîya Avropayê nikare qezîyayê bona berjewandîyên Rûsîyayê pêşda bîne. Feqet  Rûsîya nikare Yekîtîya Avropayê ji Qafqasîya Başûr bide derxistinê. Li vir, li rex xebata projeya rêyeke başqe nayê dîtinê”,- Îskandaryan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button