SerekeSîyasî

Damişq qayîl bûye ku têknîka giran bona berxudana li ber eskerê tirka bişîne li cîhê şêr

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk elam kirine wekî Damişq qayîl bûye têknîka giran bide wan ku ew dijî opêrasîyona tirka ber xwe bidin.

Wextê hevpeyvîna tevî Spûtnîkê berdevkê Hêzên Sûrîya Dêmokratîk Aram Hînna derheqa qayîlnivîsara Hêzên Sûrîya Dêmokratîk û hukumata Sûrîyayêda daye dîyarkirinê.

Hukumata Sûrîyayê qayîl bûye, ku têknîka artîlêrîye baş, tank û maşînên zirihkirî bişînin bona ku tabîyên Ayn Îsayê, Kobanê, usa jî nehîyên Reqayê, Helebê biparêzin”,- ewî gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê, wekî ev piştgirî wê tabîyên parastinê bide qewînkirinê û wê îzinê nede ku Tirkîya nehîyên nû dagir bike.Hînna gotîye, wekî qayîlnivîsara dawî ya leşkerîye û bona parastina yekîtîya têrîtorîyayên Sûrîyayê hatîye îmzekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button