H’emû nûçeSereke
Parlamêntê projeya derheqa wê yekêda qebûl kir, ku ofîsêrê perwerda leşkerî stendî, li Yêrêvanê avayê jîyînê bistîne

Ofîsêrê ku li Ermenîstanê îdara xwendinêye leşkerî demam kirîye û nava sîstêma wezîreta parastinêda hatîye kifşkirinê, wê li Yêrêvanê avayê sêodê bistîne. Armênprêssê ragîhandîye wekî nava qanûna derheqa qulixa leşkerîda guhartin hatîye kirinê û ew yek li parlamêntê hatîye qebûlkirinê.
Bi wê qanûnê têra tê dîtinê, ku piştî 1-ê tîrmehê ew merivên ku li îdara perwerda leşkerîda bêne qebûlkirinê û piştî wê yekê derbazî qulixa leşkerîbin, lê piştî 2O salî heger wedê qulixa leşkerî ser hevda bê, ew avayî dibe yê wîye şexsî.