H’emû nûçeSereke

Ermenîstan û ŞAY bi pêrspêktîva hevkarîya nava goveka têknolocîyada hewaskarin

Wezîrê  senaya têkolocîyên bilind Robêrt Xaçatryan 13-ê tîrmehê bayloza Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Ermenîstanê Lîn Trêysî qebûl kirîye. Bi ragîhandina Armênprêssê, derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye senaya têknolocîyên bilind elam kirine.

Alîya derheqa hevkrîya nava goveka têknolocîyada gotûbêjkirin derbaz kirine.

Robêrt Xaçatryan daye dîyarkirinê,wekî nava pêvajoya pêşxistina goveka têknolocîyada piştgirîya Ştatên Yekbûyî heye, bi saya kîjanê li Ermenîstanê gelek îdare hatine dameziarndinê.

Lîn Trêysîyê ew yek bilind qîme kirîye, wekî Ermenîstan pêşxistina goveka têknolocîyên bilind zanistîyê û perwerdêva dide girêdanê.

Wextê hevdîtinê, cêrge alîyên hevkarîya nava wê govekêda hatine gotûbêjkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button