SerekeSîyasî

Hêzên Herêma Kurdistanêye Asaîşê, çar endamên DAÎŞ-ê kuştine, yên ku sala 2O21-ê êrîş teşkîl kiribûn

Hêzên Herêma Kurdistanêye Asaîşê, çar endamên DAÎŞ-ê, nava wanda lîdêrê wanî herêmî kuştine, yên ku sala 2O21-ê êrîş biribûne ser pêşmerga û binlîyên nehîyên kurdaye hevraqayîlnekirî.

Ev elametî ji alîyê encûmana Kurdistana Îraqêye bêqezîyabûnêda hatîye belavkirinê.

Nava elametîyêda hatîye gotinê,wekî lîdêrê herêmî Haşim Mehmed Reşîd Rebî Al Îşahî û sê çekdarên mayîn jî hatine kuştinê.

Wextê opêrasîyonê, usa jî kurdekî cîh hatîye girtinê, yê ku piştgirîya matêrîyalî-têknîkî dida DAÎŞ-ê.

2-ê kanûna sala 2O21-ê çekdarên DAÎŞ-ê êrîş biribûn ser tabîyên pêşmergaye li ser çîyayê Qereçoxê, wî çaxî deh pêşmerge şihîd ketibûn. Wî çaxî usa jî êrîş biribûne ser gundê Xidir Cîcê û li wir jî sê bira şihîd ketibûn. Mesrûr Barzanîyê serokwezîr wî çaxî li wî gundî qesidî û rastî endamên malbetê hatibû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button