H’emû nûçeSereke

Palata ŞAY, ya Wekîla qirara derheqa raberkirina raporta di derbarê xirabkarîyên Adirbêcanêye wextê şêr, qebûl kirîye

Palata  ŞAY, ya Wekîla qirara derheqa raberkirina raporta di derbarê xirabkarîyên Adirbêcanêye wextê şêr, qebûl kirîye. Di derbarê wê yekêda komîsîya data Ermenîye li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî ragîhandîye.

Pêşnîyarkirên wê yekê kongrêsmên Tonî Kardênas û Birêd Şêrmanin.

Nava wê qirarêda dew tê kirinê ku raport bê raberkrinê, kîjanêda tê dîyarkirinê, ku wextê şerê dijî Ermenîstanê û Arsaxê nava dironên tirkaye xebitandîda, gelo parçên amêrîkî hebûne, yan na. Xêncî wê yekê gerekê nava raportêda, di derbarê xebitandina bombên fosforê, û cêrge sîlihên mayîne qedexekirî, usa jî derheqa anîna têrorîstên bîyanî, yên ji alîyê Tirkîyayê û Adirbêcanêda anî, bidine dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button