Mîrzoyan derheqa girîngîya paşdavegerandina dîlên ermenîda daye dîyarkirinê
Li Tibîlîsîyê, bi mêvandarîya wezîrê Gurcistanêyî karên Îlîya Darçîaşvîlî, hevdîtina wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov derbaz bûye.
Wextê hevdîtinê, Ararat Mîrzoyan û Cêyhûn Bayramov derheqa dorana pirsên berfirehda, yên bona normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, xeberdane. Pêvajoya mîyaserkirina borcdarîyên pêşda hildayî, hatîye gotûbêjkirinê û dora gavên anegor fikir hatine pevguhartinê.
Mîrzoyanê wezîr îzbat kirîye, wekî bona gihîştina halê qewîn û aramîya wededirêj, girînge ku dew û doza Qerebagê bi rîya sîyasî bê helkirinê û nava vê hemtêkstêda derheqa xebitandina înstîtût û cêribandina koma Mînskêda daye dîyarkirinê.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der derheqa pirsên hûmanîtarîda xeberdaye û derheqa azaberdana dîlên ermenîda daye dîyarkirinê. Hazirî hatîye elamkirinê, ku hevdîtina berdewam bikin.