H’emû nûçeSereke
Fêstîvala «Starmûs» ê wê li Yêrêvanê merivên dinêeyan qebûlke
Ji 5-a hetanî 1O-ê îlonê li Yêrêvanê wê fêstîvala «Starmûs» ê derbazbe. Nava salên derbazbûyîda jî gelek merivên dinêeyan wextê fêstîvalê hazir bûne. Hîmdarê fêstîvalê Garîk Îsrayêlyan nava axaftina xweda daye dîyarkirinê, wekî îsal nava wan merivên dinêeyanda wê Cîm Bagyan jî amadebe, yê ku kosmonavtê amêrîkîyî ermenîyî ewlin bû. Bi gotina wî, xêncî wî merivî gelek xudanên xelatên Nobêlîyê, gelek merivên ji govekên zanistîyêye eyan wê bêne Ermenîstanê.