H’emû nûçeSereke

Girêdayî «paşdahatina» Qerebagêra ya nava teşkîla Adirbêcanêda, em şane, lê emê girtina sînorê Ermenîstanê û Îranê qebûl nekin: Xamênêyî

Îranê dijî her gaveke sîyasî derkeve, heger bicêribînin sînorê di navbera Ermenîstanê û Îranêda bidine girtinê. Derheqa wê yekêda rêberê Îranêyî ruhanî Elî  Xamênêyî wextê hevdîtina tevî Receb Tayîb Êrdogan gotîye.

Tevî pirsên başqe, Xamênêyî û Êrdogan şerê sala 2O2O-î, yê ku Adirbêcanê destpê kiribû, gotûbêj kirine wextê kîjanê Tirkîyayê piştgirî daye Adirbêcanê.

«Em şane, wekî dibînin ku Qerebag paşda vegerîyaye Adirbêcanê. Bêguman, heger sîyaseta dorgirtina sînorê di navbera Îranê û Ermenîstanêda heye, Îranê dijî wê yekê derkeve, çimkî ew sînor bi hezara sala çawa rîya pêwandîya qulix kirîye».

Ayatolah  Elî Xamênêyî usa jî şêwir daye serokê Tirkîyayê ku opêrasîyona nû li Sûrîyayê destpê nekin û serda zêde kirîye wekî ew yek wê zîyanê bide Sûrîyayê, Tirkîyayê,  herêmê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button