Nava encamê derbgîhandina bi topa, ya ku bi teqîn ji alîyê artîlêrîya trkada hatîye kirinê, neh tûrîst hatine kuştinê, 23 jî birîndar bûne. Ew yek li provînsîya Dihokê, nêzîkî Zaxoyê qewimîye.
Kanîyên wezîreta saxlemîxweykirinê elam kirine, wekî nava encamên teqînêda hejmara kuştîya gihîştîye 9 merivî, nava kîjanada jin û zarok jî hene.
Hatîye dîyarkirinê, wekî ew teqîn şev nêzîkî seheta duda qewimîye. Hatîye gotinê, wekî çend birîndar nava halê girandanin û piranîya birîndara cîguhastî nexweşxana kirine.
Serokwezîrê Îraqê Mistefa Al Kazimî emir krîye ku lêpirsînê destpêkin. Ewî teslîmî wezîrê karên der, cîgirê fermandarê opêrasîyonên tevayî, sêkrêtarê xwe û fermandarê hêzên sînorxweykir kirîye ku herine li cîhê wê bûyarê û cîda nasîya xwe bidine hal.
Miqaledarê Kurdistan 24-ê yê ku li wir bûye elam kirîye, wekî topbaran ji alîyê Tirkîyayêda hatîye mîyaserkirinê.