SerekeSîyasî

Adirbêcanê Tirkîya çawa dîl hildaye bona ku ew tevî Ermenîstanê heleqetîya nede normalkirinê: Tanêr Akçam

Gelekî başe wekî Ermenîstan û Tirkîya bi hevra diaxivin, çimkî ev welatên cînarin û tu nikarî cînara bibijêrî, lê gerekê tevî wan rîya bibînî. Derheqa wê yekêda dîrokzanê tirkî eyan, berpirsîyarê bernama lêkolînkirina komkujîya Ermenî, yê înstîtûta Kalîfornîyayêye ermenîzanîyê, Tanêr Akçam gotîye.

Nava pêwandîyên navneteweyîda  li temamîya dinîyayê, hetanî welatên dijmin jî nava pêwandîyên dîplomatîdanin. Ez piştgirê wê yekême, ku pêwandîyên dîplomatî  îzbatbin û sînor bêne vekirinê, çimkî ew yek qewilekî girînge ku heleqetî bêne normalkirinê»,- ewî gotîye.

«Şer qewimîye û Adirbêcan nava wî şerîda ser ketîye. Tirkîyayê pirsa derheqa normalkirina heleqetîyên tevî Ermenîstanê pêşda dikişand, lê ew pirs li deşta şêr hatîye helkirinê. Niha qewilê Tirkîyayê tune û ewe menî, wekî Tirkîyayêra dest dide ku tevî Ermenîstanê heleqetîya bide normalkirinê. Tabîya Tirkîyayê ji sîyasîya Adiriêcanêva girêdaîye. Ermenî jî zanin wekî sîyaseta Adirbêcanê halê li  Qerebagê nade qewînkirinê,  ew serbara serda sîyaseta mîyasekrina paqijkirinên êtnîkî pêşda dibin»,-Akçam gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button