SerekeSîyasî

Organîzeya Netewên Yekbûyî wê civîna lez bona gotûbêjkirina agrêsîya tirka derbazke

Şêwira bêqezîyabûnê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî wê civîna lez, ya bona gotûbêjkirina agrêsîya tirka bide derbazkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Îraqêyî karên der Fûad Husêyn gotîye.

Fûad Husêyn ev elametî wexê civîna  şêwira  Îraqêye wekîla belav kirîye, wextê kîjanê ewî êrîşa tirka ya ser nehîyên Kurdistanê û Îraqêye  li ser sînor gotûbêj kirîye. Wezîr derheqa pêwandîyên  Îraqê û Tirkîyayêda xebedaye, yên ji wî çaxîda, dema ku di navbera herdu welatada sînor hatine kifşkirinê.

Ewî li ser hîmê hevraqayîlbûna fermî, ya di navbera Tirkîyayê û rêjîma Îraqêye Baasêda xeberdaye.Wî çaxî îzin didane tirka, ku ew ji pênc kîlomêtra zêdetir nekevine têrîtorîya Îraqê.

Fûad Husêyn gotîye, wekî ji sala 2O18-a da ji alîyê Tirkîyayêda 22 7OO teribandinên serbixwetîya Îraqê hatine kirinê, û serda zêde kirîye, wekî wezîreta karên der jî 296 notayên protêstokirinê dijî Tirkîyayê belav kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button