SerekeSîyasî

Rojava nikaribû Rûsîyayê tenê bihêle: National Interest

Rojnama National Interest ê derheqa cedandinên Rojavayêye bona tenêhiştana Rûsîyayê nivîsîye. Xudanê gotarê Mark Yêpîskopos daye dîyarkirinê, wekî dema ku Rûsîya ji Rojavayê  tê dûrxistinê li Têhranê hevdîtinên serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn tiştên başqe didine kifşê.

Xudanê gotarê daye dîyarkirinê, wekî serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn îşiqa kesk daye pevketina derheqa deranîna genime li behra Reş, ya di navbra Moskvayê û Kîyêvêda, piştî 24-ê sibatê ya ewline.

Rûsîya û Îran bûne piştgirên serokê Sûrîyayê, lê Tirkîya piştgirîyê dide komên li bakûrê Sûrîyayê, yên dijî hukumatê. Civînê hevraqayîlnebûnên hîmlî hel nekirin û Êrdogan piştgirîya Rûsîyayê û Îranê nestend, ku li Sûrîyayê êrîşa nû destpêke.

Bi fikira pêşezana, dokûmênta derheqa genimda bi wî meremîye, wekî bidine kifşê, ku êrîşa Rojavayêye bona tenêhiştina Moskvayê hatîye tiribandinê.

Rûsîya ji Rojavayê û ji înstîtûtên bi serkarîya Rojavayê dûr dikeve, lê hevdîtinên Pûtîne li Têhranê tiştekî xemgînîye mayîn didine kifşê û dîyare wekî beşeke dinîya Rojavayê nêytral dimîne, yan jî mînanî Çînistanê û Îranê derheqa piştgirîya xweye hindava Rûsîyayêda didine kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button