
Cîgirê wezîr Arman Xocoyan hewcetîyên Komara Ermenîstanêye bona sala 2O22-a raberî komîsîya Avrasîyayêye êkonomîkî kirîye.Ji wezîreta êkonomîkayê elam kirine, wekî eşîyayên malhebûna gundîtîyê yên anînê û yên deranînê, yên bona sala 2O22-a hatine hesabkirinê.
Anegorî înformasîyayên pêşda, li Ermenîstanê sala 2O22-a xerckirina genim wê bighîje 377 hezar tonna. Bi meremê çareserkirina sûka Ermenîstanêye xurek, wê hetanî dawîya salê kîsî sûka Rûsîyayê bê tijîkirinê, 275 hezar tonna wê bê anînê.