H’emû nûçeSereke

STARMUS I: ji axaftina merivê li ser hîvê hetanî kosmonavtê ewlin

Ji 5-a hetanî 1O-ê îlonê Yêrêvanê bibe merkeza hemcîhanî, ya zanistîyê, têknolocîya, çandê û  sazbendîyê. Gilî derheqa fêstîvala  STARMUS ê ne, nava doranên kîjanêda ulmdarên bi nav û deng, kosmonavt  û sazbendên eyan wê bi mêvandarî bêne qebûlkirinê. Ev fêstîval cejineke cudaye, kîjanê çend roja  Ermenîtanê  mecbûrke ku bi rîtima zanistîyê û nûbûnê pêşda herin.

Fêstîvala  STARMUS  îdî cara şeşemîne ku tê teşkîlkirinê. Cara ewlin ew sala 2O11-a li adên Îspanîyayêye Kanarîyê  hatîye teşkîlkirinê. Hîmdarên fêstîvalê Garîk Îsrayêlyanê fîzîk û sazbend û fîzîk Brayan Mêyin. Wanra li hev hat wî çaxî ulmdar û kosmonavtên usa berevkin, yên ku nava dinîyayêda bi nav û dengin. Dikevine nava cêrgên wan astronavt  Nîl Armstrong, Baz Oldrîn, kosmonavtên Sovyêtê Alêksêy Lêonov û Vîktor Gorbatko, fîzîk Maykl Mêyor, Kîp Torn û Corc Smût, bîolog Cêk  Şostak û gelekên mayîn. Fêstîvala ewlin pêşkêşî kosmonavtê ewlin Yûrî Gagarîn kiribûn.

Axaftina Arm Strong, yê ku cara ewlin lingê xwe danîbû ser hîvê:

«Ez hêvîdarim, wekî nebîyêd me dema ku bighîjine yaşê me, wê paşda binhêrin û wê bêjin: «Sedsala 2O-î pêşkeftina têknolocîya bû, lê ya 21-ê pêşxistina xeysetê merivatîyê û pêşdabirin bû». Û ew yek diqewime binelîyên dinîyayêra bêje, ku pêşda bilivin û hazirîya meriva ji dinîyayê der bidine berfirehkirinê».

Eva axaftina Arm Stronge dawîyêye. Piştî fêstîvalê, piştî salekê ew wefat bû.

Kosmonavtê Sovyêtê Alêksêy Lêonov merivê ewlin bû, yê ku sala 1965-a derkete ezmanê vekirî. Ew jî wextê fêstîvalê bi axaftin pêşda hat. Axaftinên  STARMUS I  ê nava kitêbekêda hatine tomerîkirinê

Zêdetir nîşan bide
Back to top button