H’emû nûçeSereke

Ermenîstan bona rêyên herêmî hewaskare: Armên Grîgoryan

Rojeva mîyaserkirina rojeva aşîtîyêye di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda eyane: xebatên tevî Adirbêcanê, yên bona kifşkirina sînora û bilindkirina dereca bêqezîyabûnê û ya duem jî vekirina rêyên herêmî. Di derbarê wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye bêqezîyabûnê Armên Grîgopyan gotîye Armênprêssê.
Ew gotina Adirbêcanê bêhîme, bi kîjanê hatibû gotinê, wekî Ermenîstan wê pêvajoyê dide paşdaêxistinê.
“Civîna komîsîya pirsên bêqezîyabûnê kifşkirin û bêqezîyabûna sînora nîveka meha tebaxêye duemda, bi pêşnîyara alîyê azêrîya hatîye kifşkirinê. Alîyê ermenî cara duem mehên tîrmehê û hezîranê hazir bû.
Me bona vekirina rêyên herêmî derheqa hazirîya xweda elam kirîye û em hewaskarin ku rêyên herêmî bêne vekirinê.
Grîgoryan usa jî gotîye, wekî li ser pirsa rîya, koma xebatêye sêalî dixebite, dikevine nava kîjanê cîgirên serokwezîrên Rûsîyayê, Ermenîstanê Adirbêcanê û nava wê xebatêda pêşkeftin tê kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button