H’emû nûçeSereke

Rûsîya û Îran dixwzin Rojavayê ji Qafqasîya Başûr bidine derxistinê

Rûsîya û Îran, bi tevbûna Tirkîyayê, dixwezin Rojavayê ji Qafqasîya Başûr bidine derxistinê. Derheqa wê yekêda elametîyên Moskvayê, yên derheqa belavkirina koma Mînskêda şedetîyê didin. Ew yek têra dibîne wekî bi qayîlîya Tirkîyayê û Rûsîyayê li Qafqasîyayê statûs-kivoya nû îzbat dibe, û rîya Rojavayêye bona tevbûna tevî şuxulkarîyên li herêmê rê tê girtinê. Derheqa wê yekêda rêdaktorê rojnama ermenîye «Azdak» ê Şahan Kandaharyan gotîye.

Kandaharyan daye dîyarkirinê, wekî hê dijwarî hene ku Gurcistan jî bighîje wê pirsê.

«Nava vê hemtêkstêda Yêrêvan gerekê sîyaseta balanskirî mîyaserke, nenihêrî wê yekê, wekî piştî şerê 44 roje ew Rûsîyayêva diha gelekî girêdayîye. Aktîvîya Rojavayêye li herêmê wê berdewambe, lê elametîyên derheqa destpêkirina şuxulkarîya koma Mînskêda şedetîya wê yekê didin, wekî Ştatên Yekbûyî û Fransîya dicedînin rola xwe unda nekin»,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button