H’emû nûçeSereke
Azêrîya li ser xeta sînor diron dane xebatê: leşkerek hatîye kuştinê
Wezîreta Arsaxêye parastinê elam dike, wekî seheta 15:OO li ser xeta alîyê bakûr-rojavayê azêrîya diron dane xebatê, rûyê çida leşkerek hatîye kuştinê, lê heyşt jî bi derecên cuda-cuda birîndar bûne.
Derheqa wê yekêda wezîreta Arsaxêye parastinê elamî Armênprêssê kirîye.
Wezîreta parastinê ragîhandibû, wekî 3-ê tebaxê ji seheta O9:OO destpêkirî alîyê azêrîya rêjîma agirbestê teribandine, berbi alîyê sînorên ermenîyayî parastinê bombeavêj û diron dane xebatê, rûyê çida hevt leşker birîndar bûne, ji wana halê leşkerekî girane.