H’emû nûçeSereke

Adirbêcan  bi cûrê neresmî cabdarîya hal hildide ser xwe

Malpera Adirbêcanêye  Haqqin.az, ya ku çawa kanala desthilatdarîya welête nefermî tê hesabê, nivîsîye, wekî  nava encamê aktîvîya hêzên Qerebagêye leşkerîda, leşkerekî azêrî hatîye kuştinê. Malperê daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan opêrasîyona leşkerîye «Heyfhildan» mîyaser dike, nava encamê kîjanêda ji alîyê ermenîyada kuştî hene.

Malpera Adirbêcanê usa jî derheqa pêwîstîya opêrasîyonêda xeberdaye û derheqa elametîyên nevsên ermenîye fermîda daye dîyarkirinê, bi taybetî derheqa gotina sêkrêtarê bêqezîyabûna Ermenîstanê Armên Grîgoryan, ya derheqa sivdera Laçînêda, û ew yek hesab kirîye çawa giva Ermenîstan tevî îşên Adirbêcanêye hundur dibe.

Usa dertê, wekî cabdarîya vî hemû tiştî Adirbêcan ne bi fermî hildide ser xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button