H’emû nûçeSereke
Adirbêcan bi cûrê neresmî cabdarîya hal hildide ser xwe

Malpera Adirbêcanêye Haqqin.az, ya ku çawa kanala desthilatdarîya welête nefermî tê hesabê, nivîsîye, wekî nava encamê aktîvîya hêzên Qerebagêye leşkerîda, leşkerekî azêrî hatîye kuştinê. Malperê daye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan opêrasîyona leşkerîye «Heyfhildan» mîyaser dike, nava encamê kîjanêda ji alîyê ermenîyada kuştî hene.
Malpera Adirbêcanê usa jî derheqa pêwîstîya opêrasîyonêda xeberdaye û derheqa elametîyên nevsên ermenîye fermîda daye dîyarkirinê, bi taybetî derheqa gotina sêkrêtarê bêqezîyabûna Ermenîstanê Armên Grîgoryan, ya derheqa sivdera Laçînêda, û ew yek hesab kirîye çawa giva Ermenîstan tevî îşên Adirbêcanêye hundur dibe.
Usa dertê, wekî cabdarîya vî hemû tiştî Adirbêcan ne bi fermî hildide ser xwe.