Dewekarîya Adirbêcanê ya lêgîtîm nîne
Sêkrêtarê şêwira Ermenîstnêye bêqezîyabûnê Armên Grîgoryan daye dîyrkirinê, wekî ew dewekarîya Adirbêcanê, ku rîya sivdera Laçînê dikarin bi rêyeke mayînva biguhêrin, ne ya lêgîtîme. Derheqa wê yekêda Armên Grîgorsyan gotîye Armênprêssê.
Xala şeşada, ya elametîya sêalîda, ya serokê Rûsîyayê û Adirbêcanê û serokwezîrê Ermenîstanê, li kîderê pirsên derheqa sazkirina sivdera Laçînêda hene, hatîye dîyarkirinê, wekî bi hevraqayîlbûna sêalî nava sê salên pêşerojêda plana çêkirina rîya nava sivdera Laçînêra, wê bê qirarkirinê, ya ku Ermenîstanê Qerebagêva dide girêdanê. Li wir usa jî hatîye dîyarkirnê, wekî aşîtîparêzên rûs wê piştî wê yekê bona parastina wê rê bêne parevekirinê. Nava vî wedeyîda hinek xebat hatîye çêkirinê, lê niha plana hevraqayîlkirî tune. Ermenîstanê qayîlîya tu planekê nedaye û bo wê yekê jî usa dertê, ku dewekarîya Adirbêcanê ya lêgîtîm nîne.