Hetanî dawîya salê dergehê sînorê Larsê wê çêkirîbe
Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya Armên Sîmonyan wekîlên mîsîya banka pêşdaçûyîna asîyayî qebûl kirine, nava kîjanada bûye usa jî pêşezanê bankêyî cî Stîv Alên.
Ji wezîretê ragîhandine wekî wextê hevdîtinê têma hîmlî li Qafqasîya Başûr û ji wê der cîguhastina bara bûye. Cîgirê wezîr mêvan slav kirine û derheqa cîguhastina baraye ji Ermenîstanê berbi Rûsîyayê, Gurcistanê û Avropayêda xeberdaye. Ewî usa jî gotîye, wekî zûtirekê du kompanîyayên avîyasîyon wê destbi cîguhastina bara bikin.
Armên Sîmonyan gotîye, wekî nava encamê hevkarîya tevî alîyê rûsa, li ser sînorê Rûsîyayê û Gurcistanê xêncî 13 rêyên derbazbûnê, li dergehê sînorê Larsê dîsa 12 rê wê bêne zêdekirinê û hetanî dawîya salê dergehê sînor wê bi temamî çêkirîbe, nava encamê kîjanêda çûyîn-hatina transportê wê çend cara zêdebe.