Bi hezara meriv wextê mîtînga partîya Dêmokratîk, ya Gelan, li Stembolê amade bûne. Beşdarên mîtîngê dijî wan şera protêsto kirine, kîjana desthilatdarîya Tirkîyayê mîyaser dike.
Nava axaftina xweda serokê kongira dêmokratîk Cengîz Çîçek daye dîyarkirinê, wekî kongire dijî kedmijîyê û şera pêşda tê. Ewî daye dîyarkirinê, wekî nava salên dirêjda ew bona dêmokratîyê şerkarîyê dikin û desthilatdarîya niha sîyaseteke mayîn dimeşîne. Çîçek gotîye, wekî şerkarîya wan bona dêmokratîyê û azadîyêye û ew yek borcê wane. Seroka partîya Dêmokratîk, ya Gelan Perwîn Bûldan jî bi axaftin pêşda hatîye.