H’emû nûçeSereke

ŞAY careke mayîn  daye dîyarkirinê, wekî girînge ku hemû pirsên girêdayî Qerbagêva bi rêya hevraxeberdana helkin

Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî xemgînîya xwe girêdayî wê yekêra elam dike, wekî dora Qerebagê şerê întênsîv dibe. Derheqa wê yekêda li Vîênayê cîgira serokê mîsîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûîye li Organîzeya Hevkarî û Bêqezîyabûna Avropayê, Kortnî Ostrîanê gotîye û daye dîyarkirinê, wekî rûyê wê yekêda kuştî û birîndar hene.

«Em ji nêzîkva dîna xwe didine hal û bang dikin ku gav bêne avîtinê, bona ku halê sert bê milahîmkirinê û ji êskalasîyayê dûr bimînin.

Çawa ku me gelek cara daye dîyarkirinê, Ştatên Yekbûyî dibêje, ku hemû pirsên girêdayî Qerebagêva bi rîya hevraxeberdana helkin»,- Ostrîanê gotîye.

Ewê  bîr anîye, wekî hevtîya derbazbûyî  sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Êntonî Blîkên serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêvra qise krîye û bang kirîye ku hal bidine milahîmkirinê û hevdîtinên raste-rast destpêkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button