SerekeSîyasî

Organîzeya Netewên Yekbûyî bangî partîyayên Kurdistanê dike ku pirsgirêkên hevraqayîlnebûnên di navbera xweda hel bikin û wedê nêzîkda hilbijartina derbaz bikin

Organîzeya Netewên Yekbûyî bangî partîyayên Kurdistanê yên sîyasî dike ku pirsgirêkên hevraqayîlnebûnên di navbera xweda helkin û derbazkirina hilbijrtinên parlamêntê bidine lezêxistinê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja çarşemê hevdîtina tevî partîyayên sîyasî derbaz kirîye, wextê kîjanê usa jî wekîla sêkrêtarê Organîzeya Netewên Yekbûyî Canîn Hênîs Plasçêrt hazir bûye.

Wextê hevdîtinê pirsên derheqa hilbijartinên li Herêma Kurdistanê hatine gotûbêjkirinê. Serokê Herêma Kurdistanê bi hêvîdarî daye dîyarkirinê, wekî partîyayên sîyasî wê bighîjine wê qayîlîyê ku wedê hilbijartina bê kifşkirinê û pirsgirêkên di navbera xweda  bidine helkirinê.

Wekîla Organîzeya Netewên Yekbûyî jî bi axaftina derheqa wê yekêda pêşda hatîye. Ewê derheqa piştgirîya organîzeyêda daye dîyarkirnê, wekî organîze amade ye bona derbazkirina hilbijartina piştgirîyê bide.

Hevraqayîlbûn hatîye destanînê, wekî hevdîtina bi sirê meha îlonêda derbaz bikin û wan pirsgirêka hetanî wî çaxî hel bikin.

Hilbijartinên parlamênta Herêma Kurdistanê gerekê 1-ê mijdara sala îsalin bihatana derbazkirinê, lê rûyê çend pirsên hiqûqîda hilbijartin wê wî wedeyî da neyêne derbazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button