Şêwira Îraqê ya mehkema tewrebilind banga Muktada As Sedir, ya derheqa belavkirina parlamêntê da, qebûl nekirîye.
Sedir bi elametîyêva pêşda hatibû û bangî şêwirê kiribû ku hetanî dawîya vê hevtê parlamêntê bidine belavkirinê.
Elametya Sedir piştî gotina Nûrî Al Malîkî belav bû, yê ku belavkirina parlamêntê înkar kiribû û elam kiribû, wekî civînên parlamêntê gerekê bêne destpêkirinê bo ku qirar bêne qebûlkirinê.
Şêwira mehkemê daye dîyarkirinê, wekî li gorî xala konstîtûsîyayê ya 64-a şêwira mehkemê nikare tevî belavkirina parlamêntê bibe.
“Parlamênt tenê wî çaxî dikare bê belavkirinê, dema ku piranîya encamên wê dengê xwe bidine wê qirarê, yan jî bi hîvîkirina serokwezîr û qayîlîya serokê dewletê”,- nava elametîya şêwira mehkemêda hatîye gotinê.