
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî girêdayî kongira 14 emînra, ya Bingeha Lalişê, êzdî pîroz kirine.
Barzanîyê serokwezîr rêvebirîya Merkezê pîroz kirîye û wanra açixî xwestine.
«Merkeza çandî û sosîyalî xebateke berbiçev nava goveka çand-kûltûra kurdîda kirîye û gelek xebat jî nava berfirehkirin û parastina kûltûra êzdîyada mîyaser kirîye»,-serokwezîr gotîye.
«Ez hêvîdarim wekî hûnê qulixkirina xweye bona berjewandîyên miletîyê û parastina aramîya li Herêma Kurdistanê berdewam bikin»,- Mesrûr Barzanî gotîye.