H’emû nûçeSereke

Moskva hinek rexnekirinên  derheqa aşîtîparêzên li Qerebagê çawa yên rast hesab nake: wezîreta Rûsîyayêye karên der

Moskva hinek rexnekirinên  derheqa aşîtîparêzên li Qerebagê çawa yên rast hesab nake. Derheqa wê yekêda cîgirê berdevkê wezîreta Rûsîyayêye karên der  Îvan Nêçayêv gotîye.

Bi gotina wî, tevî xebata sîyasîye aktîv usa jî tevî aşîtîparêza xebata întênsîv tê kirinê, yên ku dicedînin hal bidine qewînkirinê: «Him li Bekûê û him jî li Yêrêvanê derheqa rola girîngda, ya aşîtîparêzên rûs, dane dîyarkirinê».

Nêçayêv bîr anîye, wekî 2 û 8-ê tebaxê  qisên bi têlefonê, yên tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derbaz bûne. Wezîrê karên der Sêrgêy Lavrov jî tevî hevkarên xweye azêrî û ermenî qise kirîye.

« Hemû pirsên kifşkirî, nava wand usa jî yên dora sivdera Laçînê, têma şêwirdarîyanin û bi wî meremî wê başbûya ku bona herdu alîya helkirin bihatana dîtinê.Bi hesabhildana wê pirsê, alîyê rûsa naxweze pevketinên ku tên gotûbêjkirinê, niha bi dengê bilind raberke»,- Nêçayêv gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button