Wezîrê Arsaxêyî karên der Davît Babayan bersiva elametîya serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, ya derheqa ermenîyên li Qerebagê, daye. 12-ê tebaxê Elîyêv elam kiribû, wekî “Ermenîyên li Qerabgê wê ne statûsê, ne serbestîyê, ne jî mafên zêde bistînin”.
“Meriv çi dikare li vir bêje? Hewce nîne ku meriv nava van pirsada kûrbe. Ezê tenê vê yekê bêjim. Berî her tiştî ez dixwezim bona zelalbûnê spasîyê elamî Elîyêv bikim. Bi rastî, ne Adirbêcan, ne jî serokatîya wê tu cara bernamên xweye derheqa Arsaxêda veneşartine. Ya duem, bi rastî, nava teşkîla Adirbêcanêda tu tiştê Qerebagê wê tunebin, çimkî Qerebagê bi xwe tunebe. Xêncî wê yekê çi statûs jî hebe, ya nava teşkîla Adirbêcanêda, tiştê qebûlkirinê nîne. Gelo cihû çawa dikaribûn nava Almanîya faşîstîyêda statûsa cuda bistendana?”,- Davît Babayan rûpelê xweyî facebooke da nivîsîye.