H’emû nûçeSereke
Hindistanê pêşîya beşdarbûna Adirbêcanêye wextê civîna pêşerojê, ya pênc welata girtîye
Prêssa Adirbêcanêye hukumatî daye dîyarkirinê, wekî Hindistanê pêşîya beşdarbûna Adirbêcanêye wextê civîna pênc welata, ya Brazîlîyayê, Rûsîyayê, Hindistanê, Çînstanê û Afrîka Başûr daye girtinê.
Em bêjin, wekî eva cara ewlin nîne dema ku Hindistan naxweze ku piştgirîyê bide Adirbêcanê. Bi vî cûreyî Bekû Hindistanê nava êrîşa ser baylozxana Adirbêcanêye li Londonê gunehkar dike.
Zelal nîne ku bona çi Hindistan gavên wî cûreyî dijî Adirbêcanê diavêje, lê meriv dikare bifikire wekî menî pêwandîyên Bekûyê û Paksîtanêye hevkarîyêne, bi taybetî nava goveka leşkerîda û ew yek dikare nerihetîya Hindistanê pêşda bîne.