
Wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû tevî wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan hevraxeberdan derbaz kirine. Derheqa wê yekêda RÎA Novostîyê nivîsîye.
«Tiştên gotûbêjkirinê hene, usa jî pirsên girêdyî hevkarîya leşkerî-têknîkîra hene. Usa jî pirsên gotûbêjkirinê derheqa aşîtîparêzên meye li Qerebagê hene»,- Sêrgêy Şoygû gotîye.
Sûrên Papîkyan sirîya xweda daye dîyarkirinê, wekî hevdîtina wan ji destpêka salêda îdî ya dueme û ew yek derheqa dereca hevkarîyêye bilindda dide kifşê.
«Ev hevdîtin bona me gelekî girînge.Ev dereca hevkarîya ermenîya-rûsa û usa jî rola hazirîya Rûsîyayêye li Qafqasîya Başûr bilind qîmet dikin.