Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan rastî wezîrê Rûsîyayêyî parastinê Sêrgêy Şoygû hatîye. Wezîrên herdu welataye parastinê cêrge pirsên bêqezîyabûna herêmîda gotûbêj kirine.
Sûrên Papîkyan halê li ser sînorê ermenîya-azêrîya û usa jî bûyarên van axirîyaye li Arsaxê raber kirine û gotîye, wekî hal dîsa usa sert dimîne. Xeberdan derheqa rola aşîtîparêzên rûse li Arsaxê çûye.
Wezîrên herdu welata bername û mecalên bona pêşxistina hevkarîya ermenîya-rûsaye leşkerî gotûbêj kirine.
Fikir dora pirsên bêqezîyabûna navnetewîda hatine pevguhartinê.