H’emû nûçeSereke

Teşkîletên Gurcistanêye civakî dewê dikin, ku bona welatîyên Rûsîyayê rêjîma vîzayê bê qebûlkirinê

Cêrge teşkîletên Gurcistanêye civakî elametî belav kirine û dew kirine, wekî bona welatîyên Rûsîyayê rêjîma vîzayê îzbatkin.

«Em careke mayîn dibêjin, wekî em piştgirîya cimeta Ûkraînayêy  dikin, û em wê yekê qebûl dikin, wekî Rûsîya li Ûkraînayê û li Gurcistanê kirinên neqanûnî mîyaser kirine»,- nava elametîyêda hatîye gotinê.

Teşkîleta dane dîyarkirinê, wekî nava şeş mehên sala îsalinda hejmara tûrîstên Rûsîyayê li Gurcistanê zêde bûye. Xêncî wê yekê  piştî destpêka şerê Ûkraînayê kompanîyayên rûsîye li Gurcistanê gihîştine 64OO î.

Bi fikira teşkîleta, ew yek bona bêqezîyabûna welêt pirsgirêke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button