SerekeSîyasî

Partîya Yektîya Dêmokratîk Rûsîya nava wê yekêda gunehkar kirîye, wekî ewê «Îşiqa kesk» daye Tirkîyayê ku ew li bakûrê Sûrîyayê êrîşke

Partîya Yektîya Dêmokratîk Rûsîya nava wê yekêda gunehkar kirîye, wekî ewê «Îşiqa kesk» daye Tirkîyayê ku ew li bakûrê Sûrîyayê  êrîşê bibe ser hêzên kurdaye li bakûrê Sûrîyayê. Derheqa wê yekêda rojnama erebîye «Asharq Al-Awsat» ê  nivîsîye.

Endamê partîya Dêmokratîk Ahmed Xoca gotîye rojnama erebî wekî nenihêrî wê yekê, ku Rûsîyayê û Îranê dabûne dîyarkirnê, ku wê îzinê nedine Enqerê ku ew êrîşê bibe ser bakûrê Sûrîyayê, lê tê bêjî Rûsîyayê îzin daye Tirkîyayê ku bi dirona û bi topa kurdaxin.

Bi gotina wî, aktîvbûna êrîşa nîşana «bêdengîya», qayîlîya Vladîmîr Pûtîne.

Ahmed Xoca gotîye, wekî Êrdogan «Îşika kesk» stendîye ku êrîşa bibe ser Hêzên Sûrîya Dêmoratîk û admînîstrasîya otonom, bona ku  kurd mafên xwe nestînin.

Xoca usa jî rêjîma Sûrîyayê gunehkar kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button