H’emû nûçeSereke

Tiştekî girînge wekî civaka navnetewî Adirbêcanê mecbûrke ku ew ji sîyaseta paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê paşda bisekine:parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv

Tiştekî girînge wekî civaka navnetewî  sertbûna halê hûmanîtarîye li Arsaxê fem bike û Adirbêcanê mecbûrke ku ew ji sîyaseta xweye agrêsîv û paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê paşda bisekine, ya ku halê hûmanîtarî diha giran dike. Derheqa wê yekêda parêzerê Arsaxêyî mafên mêriv Gêgam Stêpanyan nava banga xweda gotîye.

«Halê hûmanîtarî hercar bîr tîne, wekî gerekê meriv ji boy milahîmkirina dijwarîya bişuxule, nenihêrî wê yekê wekî ew çi merive û ji çi miletîye.

27 ê îlon sala 2O2O î dijî Komara Arsaxê şer destpê bû, rûyê çida krîzeya hûmanîtarî li wir pêşda hatîye, bi hezara cangorî û merivên seqet, nava wanda merivên sîvîl û zarok hene, nêzîkî 4O OOO merivî bi destê zorê hatine cîşihitandinê, dîlên leşkerî hene, beşeke kîjana hetanî roja îroyîn nava qewilên neeyanda li Adirbêcanê xweyî dikin»,- Gêgam Stêpanyan gotîye.

Ewî usa jî daye dîyarikirinê, ku rûyê nasnekirina Komra Arsaxêda Organîzeya Netewên Yekbûyî û organîzeyên navnetewîye başqe naçine Arsaxê, ku dîna xwe bidine halê li wir.

Ew yek tiştekî girînge wekî civaka navnetewî  sertbûna halê hûmanîtarîye li Arsaxê fem bike û Adirbêcanê mecbûrke ku ew ji sîyaseta xweye agrêsîv û paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê paşda bisekine, ya ku halê hûmanîtarî diha giran dike»,- Gêgam Stêpanyan nava banga xweda gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button