H’emû nûçeSereke

Îro roja qebûlkirina Dêklarasîya Serxwebûnê ye

Beriya 32 salan, di 23-ê tebaxa sala 1990-î, Encûmena Bilind ya Ermenîstana Soyêtîyê, Dêklarasîya Serxwebûnê qebûl kir, bi kîjanê destpêka pêvajoya damezrandina dewleta serbixwe ya Ermenîstanê hate dayînê. Piştî pejirandina deklerasyonê, di 24ê Tebaxê de, li ser bingeha danezana “Li ser Serxwebûna Ermenîstanê”, Konseya Bilind biryar da ku navê Komara Ermenîstanê ya Sosyalîst biguherin çawa Komara Ermenîstanê û li ser Konseya Bilind a heyî binirxînin. Daxuyaniya Serxwebûna Ermenîstanê ji aliyê parlamenter Aram Manukyan ve hat xwendin. Bi wê belgeyê Komara Ermenîstanê ya Sovyet a Sosyalîst bû Komara Ermenîstanê. “Komara Ermenîstanê dewleta serbixwe ye, xwedî serweriya hêza dewletê, serxwebûn, mafên tam e. Li tevahiya xaka Komara Ermenîstanê tenê destûr û qanûnên Komara Ermenîstanê derbasdar in”. Daxuyaniya serxwebûnê li ser peymana sala 1989’an a Konseya Bilind û Konseya Neteweyî ya Qerebaxê pêk hat, li ser biryara hevpar a 1-ê Kanûnê “Li ser yekbûna Sovyeta Ermenîstanê û Qerebaxê”. Piştî mehekê, di sala 1991-ê, 21ê îlonê, Konseya Bilind a Ermenîstanê biryara derketina ji Yekîtîya Sovyetê û avakirina dewleteke serbixwe qebûl kir û referandûm hat kirin. Ji sedî 94,99 welatiyên Ermenistanê ji bo dengdana serxwebûnê gotine “erê”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button