SerekeSîyasî

Civîna li ser xêzkirina sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda wê dawîya meha tebaxê li Moskvayê pêk bê

Civîna komîsyonên bo xêzkirina sînor û pirsên ewlekarîya sînorên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dawîya meha tebaxê li Moskvayê têra hatîye dîtinê. Ev agahî ji ofîsa cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Miher Grîgoryan hatîye ragîhandinê.

Ofîsê dîyar kirîye, ku ji bo mijarên ku hatine avakirin heta niha rojeveke cuda nehatiye dîyarkirinê.

 23-ê gulanê serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan biryara avakirina komîsyoneke ji bo dîyarkirin û kifşkirina sînorên dewletê, yên di navbera Komara Ermenîstanê û Adirbêcanêda, îmze kirîye. Serokê komîsyonê cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Miher Grîgoryan e.

24-ê gulanê li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê yekemîn hevdîtina Miher Grîgoryan û cîgirê serokwezîrê Adirbêcanê Şahîn Mistefayev pêk hatîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button