H’emû nûçeSereke
Nava goveka têknolocîyada potênsîyala kompanîyayên ermenî heye ku derkevine sûka Yekîtîya Avropayê: Andrêya Vîktorîn
Bi rêya qayîlnivîsara derheqa hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayêda cêrge gav dikarin bên avîtinê, kîjan ji alîkîva senayîçîya diparêzin, lê ji alîkî mayînva jî sûkên nû vedikin. Derheqa wê yekêda bayloza Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Andrêya Vîktorînê gotîye.
«Bi fikira min em berbi hevkarîya govekên nû pêşda diçin. Em berbi senaya efrandar diçin. Nava doranên peymana dualîda emê piştgirîyê bidine senaya efrandar, ya li Ermenîstanê. Xêncî wê govekeke başqe jî heye: nava goveka têknolocîyên înformasyonda potênsîyala kompanîyayên ermenî heye ku ew derkevine sûka Avropayê. Ez difikirim, wekî govekên hevkarîyê gelekin û ew yek tehsîra baş li ser pêwandîyên kirîn-frotanê, yên dualî wê bike»,-Andrêya Vîktorînê gotîye.