H’emû nûçeSereke
Dora Qerebagê dew û doz heye, bêyî helkirina kîjanê emê ji aşîtîyê gelekî dûrbin: Marûkyan
Dora Qerebagê dew û doz heye, bêyî helkirina kîjanê emê ji aşîtîyê gelekî dûrbin. Derheqa wê yekêda baylozê Mexsûs Êdmon Marûkyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.
«Li Adirbêcanê difikirin, ku ew dikarin birîyarkin ku Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hemsedirê koma Mînskê kifşke, yan kifş neke…
Yan jî ew dikarin bêjin, wekî Qerebag tune, lê pirsgirêka Qerebagê helkirîye, lê temamîya civaka navnetewî fikireke lap başqe elamke, wekî bona aşîtîya wededirêj helkirina pirsgirêka Qerebagê pêwîste.
Dêmek hatîye dîyarkirinê, wekî Qerebag heye û dora wê jî dew û doz heye, bêyî helkirina kîjanê emê ji aşîtîyê dûrbin.
Açixîya leşkerî dide korkirinê, lê paşê dibe bingeha bêaçixîya»,-ewî nivîsîye.