H’emû nûçeSereke

Nava koma Mînskêda guhartin heye: nava hevraxeberdanên Qafqasîyayêda Fîlîp Rîkêr çawa wekîlê ŞAY hatîye kifşkirinê

Baylozê tezekifşkirî wê ne tenê hemsedirê koma Mînskêbe, lê wê nava  formata «Gotûbêjkirinên Jnêvêye navnetewî» da  çawa wekîlê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bixebite.

Cêribandina xebatê, ya Rîkêrê bayloz nava organîzeyên navnetewî û Avropayê heye. Ew li baylozxana Ştatên Yekbûyîye li Brîtanîyayê xebitîye, ji adara sala 2O19 a da hetanî tebaxa sala 2O21 ê, Rîkêr borcbirê alîkarê sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî bûye. Berî wê yekê Rîkêr şêwirmendê pirsên sîyasî û cîgirê fermandarîya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîye li Avropayê bûye.

 Pêşda ew li Mîlanê çawa konsûlê Ştatên Yekbûyî xebitîye, lê salên 2OO8-2O11 a baylozê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, yê li Makêdonîyayê bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button