SerekeSîyasî

Penaberên kurd, yên ku nava behrêda mabûn, hatine rizgarkirinê

Wekîlê  yekîtîya penabera, yê ku ji Avropayê vedigerîya, elam kirîye wekî penaberên ku nava behrêda nêzîkî Yûnanistanê mabûn, hatine rizgarkirinê.

 Ji 25 ê tebaxêda komeke penaberên kurd,  bi giranî welatîyên Kurdistana Îranê, nêzîkî Yûnanistanê behrêda mabûn. Li gorî înformasyona, qeyîka wan xirab bibû. Xudîyên qeyîkê ew  di navbera behrêda hiştibûn û revîbûn. Nêzîkî  80 penaberên kurd banga alîkarîyê kirine.

Wekîlê yekîtîya penabera Peşref Ebdûle gotîye, wekî êvara înîyê penaberên kurd ji alîyê leşkerên Yûnanistanêye behrêda hatine rizgarkirinê. Ewî gotîye, wekî wê penabera bişînine  adê û paşê wê wana cîguhastî qampa yûnanî bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button