H’emû nûçeSereke

Em dostîya xweye tevî Rûsîyayê qîmet dikin:wezîreta Ermenîstanêye karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der elametî belav kirîye girêdayî 25 salîya peymana dostîyêra, ya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda.

Nava elametîyêda hatîye gotinê:

 «Îro 25 salîya  morkirina peymana derheqa dostîyê, hevkarîyê û piştgirîya dualîda, ya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayêda, demam bû, ya ku prînsîp û pirsên pêşin, yên heleqetîyên herdu welata da dîyarkirinê. Ev dokûmênta girîng rênîşên pêşdaçûyîna pêwandîyên dualî da kifşê, ya bi ruhê dostîya sedsala, aminayê û qedirgirtina hindava hevda.

 Bona pêşkeftina potênsîyala pêwandîyên dualî hevdîtinên serokatîyên herdu welata girîngin, kîjan îzinê didin pirsgirêka helkin.

Vî alîda em bona wê rola cuda, ya aşîtîparêzên rûs, razîbûna xwe elam dikin, ya ku bona wê yekêye, ku qewilên anegor bona çareserkirina aramîya cimeta Qerebagê û jîyana wêye edil bêne sazkirinê. Li Ermenîstanê û li Qerebagê gavên Rûsîyayêye praktîk bilind qîmet dikin, yên bona aşîtîya li herêma Qafqasîyayê, îzbatbûna atmosifêra aminayê û pêşdaçûyînê.

Em  dostîya tevî Rûsîyayê qîmet dikin û em li ser wê tabîyêne, ku pêwandîyên ermenîya-rûsaye tifaqdarîyê bona welat û cimetên me zêdetir bidine qewînkirinê».

Zêdetir nîşan bide
Back to top button